Serokwezîr Barzanî li Hewlêrê projeyek ji bo ajalan û çandiniyê vekir
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li parêzgeha Hewlêrê projeyek ji bo ajalan û çandiniyê vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Yekşemê, 26ê Cotmeha 2025an (îro) projeyek ji bo ajalan û çandiniyê li parêzgeha Hewlêrê vekir.
Projeya ku li ser zeviyek 357 donimî li Hewlêrê hatiye avakirin û ji çend beşên girîng pêk tê, wê sektora çandiniyê û ewlehiya xwarinê li herêmê bi girîngî baştir bike.
Bi kapasîteya bicihkirina 50,000 serî ajalan, li gorî standardên navneteweyî û paqijiyê li ser zeviyeke heşt donimî qesabxaneyek hatiye avakirin.
Proje herwiha tesîsên ji bo hilberîna berhemên goşt ên wekî hamburger û sosîs jî dihewîne.
Ev proje wê bazara ajalan a kevin bigire û ji bo cotkarên ajalan bazarek pir modern û rêkûpêk peyda bike.