Sîrketa Amerîka li Rojavayê Kurdstanê li bajarê Qamîslo ofîsa xwe vekir

Sîrketa Amerîka li Rojavayê Kurdstanê li bajarê Qamîslo ofîsa xwe vekir

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamîşlo di bin desthilata rêvebiriya xwe ser de, şîrketekî Amerîkayê ya şêwirmendiyê ava kirin. Kesê şîrketê birêve dibe berdevkê koalisyona navdewletî yê berê Myles Caggins e. Şîrketên ku bixwazin li Rojava bixebitin wê şîrketa navborî xizmeta şêwrê bide wan.

Navê şîrketa ku Myles Caggins ava kiriye “Words Warriors” e. Bo Rûdawê weha gotiye:

“Li Sûriyê ji aliyê bazirganî û sektora taybet de, em li ser 2 projên cuda dixebitin. Em ji bo şîrketên petrolê û gazê ji bo li Rojava dest bikarên xwe bikin şêwirmendiyê dikin. Divê şîrket ji herêmê fêm bikin û em alîkariya wan dikin. Ji bo îznê ji desthilata hukumetê bistînin, em destekê didin wan. Em bi Yekîtiya Endazyarên artêşa DYAre dixebitin.”

Caggins, di salên 2019an û 2020an de berdevkê koalîsyona navdewletî bû û 14 meh li Rojava xizmetê kiribû, têkiliyên wî yên xwurt bi Rêvebiriya Xweser ya Rojava re hene.

Caggins her weha berdevkê Yekîtiya Endustriya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) jî dike.

Myles Caggins, dibêje divê şîrketên biyanî bi Rêvebiriya Xweser ya Rojava û bi Şamê re têkiliyên wan yên baş hebin.

HSD sehayên petrolê bi piranî kontrol dike ku dikeve nav sê yeka axa Sûriyê. Wê şîrket di karên înşaatan de jî cîh bigre. Caggins got:

“Em bi şîrketên Rojava re ortaxin. Em di ser Yekîtiya Endazyarên artêşa Amerîka û bi baregehên koalisyona navdewletî re li ser projeyan dixebitin. Em projeyên biçûk çêdikin û şîrketa min pisporên teknîkî yên perwerdekirî tîne.

Şîrketa Words Warriors, li Rojava wê derfetên kar yên îstîhdamê çêbike û bingeha me li ser hêza kesên xweciye. Di temamê îşan de karê herêmê %90 xelkê Rojava dike.”

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.