Serokê îstîxbarata Pakistanê û Afganistanê wê li Tirkiyê hevdîtin bikin

Serokê îstîxbarata Pakistanê û Afganistanê wê li Tirkiyê hevdîtin bikin

PeyamaKurd – Serokê îstîxbarata Pakistanê û yê Afganistanê wê roja Pênşemê li Tirkiyê bicivin. Her dû teref wê li ser agirbesa ku li ser sînoran kirine biaxifin. Serokên îstîxbarata her dû welatan wê serpereştiya heyetan bikin.

Li gor ragihandina Tolo Newsê ku di ser hesabê xwe yê Xê de kiriye; heyetên her dû welatan dê di 6ê mehê de li Tirkiyê bicivin. Serokê îstîxbarata Afganistanê Abdul Haq Wasik û serokê îstîxbarata Pakistanê (ISI) Asim Malik wê serpereştiya heteyên xwe bikin.

Di civînê de wê li ser detayên agirbesa ji bo şerên ser sînorên her dû dewletan biaxifin.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.