Wezareta Pêsmerge: Alîkariya darayî ya Koalîsyonê ya Cotmehê gihîst, sibe dê dest bi belavkirinê bê kirin

Wezareta Pêsmerge: Alîkariya darayî ya Koalîsyonê ya Cotmehê gihîst, sibe dê dest bi belavkirinê bê kirin

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku alîkariya darayî ya Hêzên Hevpeymanên Navdewletî ya ji bo meha Cotmehê gihîştiye ser hesabê wezaretê.

Wezaretê destnîşan kir ku alîkarî roja 4ê Mijdarê gihîştiye, û îro 5ê Mijdarê, rêkarên darayî yên pêwîst dê bên temamkirin. Ji ber vê yekê, dê sibe, 6ê Mijdarê, dest bi belavkirina alîkariyê li ser Pêşmergeyan bê kirin.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir ku zêdetirî %97 ji hemû efser û Pêşmergeyan dê alîkariya xwe bi rêya Projeya "Hejmara Min" (Projeya Bankî ya Mûçeyan) wergirin, û yên din jî bi rêya sîstema bankê ya berê dê mûçeyên xwe wergirin.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.