Li Sirnexê ji bo jinavbirina teqemeniyên PKKê qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd- Li bajarê Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hêremek weke devera taybet a ewlekariyê hate nîşandan û 9 rojan qedexe hat ragihandin. Wekî sedema qedexeyê jî pûçkirin û jinavbirina teqemeniyan hate eşkere kirin.
Parêzgeha Şirnexê ragihand, ‘’Li çîyayê Cûdî li devera Derîyê Dûla ji bo jinavbirina teqemenîyan ev dever di navbera 9-18ê Mijdarê de weke “Devera ewlehiya taybetî ya demkî” hatiye ragihandin û têketin û derketina ji wê deverê hatiye qedexekirin.”
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.