Zekeriya Yapicioglû li ser merasima çekşewitandina PKKyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokê Partiya Doza Azad (HÜDA PAR), Zekeriya Yapicioglu, li ser merasima çekşewitandina endamên PKKyê got, "Dijminahiyê winda kir! Biratî dê bi ser bikeve, qencî dê bi ser bikeve."
Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û ev tişt got:
"Rêyeke din tune! Tovên dijminatiyê li van axan şîn nebûne, û ew ê şîn nebin. Dijminatiyê winda kir! Biratî dê bi ser bikeve, qencî dê bi ser bikeve."
Ayeta ji Sûreya Hûcûratê
Zekeriya Yapicioglu wergera Tirkî ya ayeta 10emîn a Sûreya Hûcûratê, "Bawermend bira ne, vêca di navbera birayên xwe de aştiyê bikin û ji Xwedê bitirsin da ku hûn bigihîjin dilovaniya Wî." lê zêde kir.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




