Tom Barrack: Kurdistaneke serbixwe wê çênebe

Tom Barrack: Kurdistaneke serbixwe wê çênebe

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack duh êvarê ji televizyona CNN Turkê re axivî.

Tom Barack, roja Çarşemê 9ê Tîrmehê li Şamê beşdarî civîna di navbera Serokê Sûriyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de bûbû, got:

"Em tiştekî li kesî ferz nakin. HSD, YPG ye û YPG jî PKK ye."

Wî diyar kir: "PKKyê îro dest bi danîna çekan kir. Ev ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkek mezin e. Rewşa bêçare ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de bi rastî jî pirsgirêkeke aloz e."

Wî di berdewamê de îdia kir ku "YPG, pêkhateyeke PKKyê ye" û got,  "Em bi wê re li dijî DAIŞê hevkariyê dikin. Ji ber vê yekê, di nav Amerîkiyan de hestek heye: 'Em şirîkên wan bûn; em deyndarê wan in.'" Lê got, "Em ne deyndarê wan in ku di nav dewletekê de hikûmetek serbixwe ava bikin. Em deyndarê wan in ku rêyeke maqûl ji bo wê yekê bibînin ku di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de cih bigirin. Ev rejîma nû divê derbarê wê yekê de be ka ew ê çawa bi Sûriyeyeke yekgirtî re entegre bibe."

Wî anî zimên ku "HSD bawer dike ku DYA deyndarê wê ye. DYA dibêje, 'Em deyndarê tevgerên maqûl in," û her weha HSD û Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi "nemaqûliyê" kir û got ku "Heke ew ne maqûl bin, alternatîfên din dê derkevin pêş."

"Kurdistaneke serbixwe wê tune be, dewleta HSDyê wê tune be" 

Digel ku piraniya tevgerên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê alîgirên diyalog û muzakereyê ne bi hikûmeta demkî ya Şamê re jî, wî got; "Dema wê ye ku hûn bi Şamê re peymanekê çêkin, yan na em ê nikaribin em ê heta hetayê nikaribin dayiktiyê ji we re bikin."

Ev nivîs 116 car hatiye xwendin.