PeyamaKurd – Rûsya platforma dîjîtal ya leystikan Robloxê bi sedema naverokên tundrew tê de hene û propoganda LGBTê dike, xwe gihandina platformê asteng kir.
Dezga Kontrola Danûsitendina Civakê û Zanistên Teknolojiyê ya Rûsya Federal (Roskomnadzor) ragihand ku Roblox:
“Platform tije naverokên ku derûniya zarokan xerab dikin û pêşdeçûna exlaqî bi awayekî neyînî xerab dike ye.”
Roblox, rojane 151,5 milyon bikaranîrenên wê yên aktîf hene, bi sedema ku platform zarokan îstîsmar dike û bi sedema sûcdarên ku platformê bikartînin, li Tirkiyê û gelek welatan bikaranîna platformê qedexe kirine.