PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Kale di nav du terefan de pevçûna bi çekan çêbû û di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê hêzên asayîşê 7 kesan xist bin çav lê ji wan 6 kes hatin zîndanîkirin
Di pevçûnê de E.Ö., N.Ö. û H.D. birîndar bûbûn. Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana Turgut Özal Tıp Merkezi û nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Meletiyê.
Niha karên binçavkiriyan li rêvebiriya asayîşê qediyaye û ew birine dadgehê û dadgehê 6 kesan şand zîndanê. Gumanbarekî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.