Çi bi Metayê hat? Facebook, Instagram û Youtube hilweşiyan!

Çi bi Metayê hat? Facebook, Instagram û Youtube hilweşiyan!
PeyamaKurd – Bi milyonan bikarhênêrên platforma medya civakî Metayê nikarin bikevin hesabên xwe û pirsgirêkan dijîn.

Gelek bikarhênerên facebook û nstagram li ser platforma Xê belav kirin ku ew nikarin bikevin hesabên xwe û platforma Metayê ku ya herî mezin e li cîhanê hilweşiyaye.

Herwiha hin bikarhêneran parve kiriye ku di Youtubeyê de jî pirsgirêk çêbûye.
Heta ev nûçe dihat nivîsandin jî pirsgirêkê dewam dikir û ji aliyê Metayê ve ti daxuyaniyek nehatibû dayîn.

Bi milyaran kes li seranserê cîhanê sepanên Metayê yên Watthsapp, Instagram, Facebook û sepana Google Youbtubeyê bikar tînin ku ger ev pirsirêk bidome dê bibe sedema aloziyeke mezin li ser medya civakî.
  Ev nivîs 199462 car hatiye xwendin.