Agahiyên 26 hezar veterînerên endamên Yekîtiya Veterineran dizîne

PeyamaKurd – Di êrîşa sîberî de, agahiyên 26 hezar endamên Yekîtiya Veterînerên (hekîm) Tirkiyê (TVHB) dizîn. Di nava wan de, agahiyên temamê serokên Odeyên Yekîtiya Veterîneran heye.
Hat gotin ku êrîş bi navê 3 korsanan; bi navên “Elliptic”, “theturkishlama” û “dejavu” hatiye kirin. Di êrîşê de agahiyên 60 odeyan hatiye dizîn.
Agahiyên hatine dizîn, di forumên bin erdê de derxistine firotinê ku ji 13 grûb û 20 qeleman pêk tê. Di nava agahiyan de jimara nasnamê, adres, telefon, grûba xwînê, bejna wan, kilo, navê bav û dê yên wan û jimara pêlavên wan jî di dosyayan de hene.
Di dawiya meha Temmûzê de bi beranberê 400 dolarî bi perê kripto derxistine bezarê. Lê hatiye firotin an na nehat ragihandin.
Heya niha ji oda Veterîneran ti agahî nehatiye dayîn.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.




