Kurê Netanyahû ‘Nexşeya Kurdistanê’ parve kir

Kurê Netanyahû ‘Nexşeya Kurdistanê’ parve kir

PeyamaKurd – Kurê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, Yair Netanyahû li ser hesabê xwe yê medya civakî Instagramê bi nivîsa ‘Kurdistana Azad’ nexşeya Kurdistanê parve kir.

Yair Netanyahû di parvekirina xwe de got, “Çavê her kesî li ser Kurdistanê ye. Qirkirina Tirkiyê ya li ser gelê Kurd rawestînin. Dawiyê li dagirkeriya Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê ya li ser Kurdistanê bînin. Kurdistana Azad.”

 

 

Netanyahî tevî vê peyama xwe ala Kurdistanê jî li ser Instagramê parve kir ku gelek kesan ew eciband û bû rojev li ser medya civakî.

 

Ev nivîs 93958 car hatiye xwendin.