Kurdek bû nemzedê serokwezîriya herêmeke Afrîkaya Başûr

PeyamaKurd - Kurdekî ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê yê bi navê Mehmet Vefa Dag bû namzedê serokwezîriyê yê eyaleta Western Cape ya Afrîkaya Başûr.
Mehmet Vefa Dag ê 1973an li navçeya Çaldiran a Wanê ji dayik bûye û sala 2001ê çûye Afrîkaya Başûr.
Mehmet Vefa Dag, ji bo fêrbûna Înglîzî çûye Western Capeyê û ji wê derê hez kiriye û sala 2006an jî bûye hemwelatiyê Afrîkaya Başûr.
29ê Gulanê 28 milyon hilbijêrên Komara Afrîkaya Başûr ji bo hilbijartina serokomarê nû, serokwezîrên eyaletan û endamên parlamantoyê diçin ser sindoqan.
Dag ji Rûdawê re axivîye û gotiye, ew ji ber zordarî û neheqiya li herêma Western Capeyê bûye namzedê serokwezîriyê.
Ev nivîs 100585 car hatiye xwendin.




