Lîstikvana Nefflixê ya Kurd xelata lîstikvana herî baş wergirt: Ala Reyanî kî ye?

Lîstikvana Nefflixê ya Kurd xelata lîstikvana herî baş wergirt: Ala Reyanî kî ye?

PeyamaKurd - Lîstikvana sereke ya rêzefîlmê Netflixê yê li ser Xîlafetê ye û dengvedaneke mezin li pey xwe anîye Kurdek e û xelata lîstikvana herî baş a salê ya Swêdê wergirt.

Lîstikvaneke Kurd a din ku navê wê Ala Reyanî ye di rêzefîlmê de dilîze, lê kêm kes dizanin ku ew xanim Kurd e.

Ala Reyanî di cîhana fîlm û lîstikvaniyê de li Ewropayê pir baş tê naskirin.

Rêzefîlmya xîlafetê dabaşa du keçên Swêdî dike ku bi eslê xwe Ereb in û li ser fikra Îslamî ya radîkal tên mezinkirin, lewma ji Swêdê bar dikin ku dibin endamê DAIŞê.

Ala Reyanî di wê rêzefîlmê de rola dayîka wan her du keçan dilîze.

Ala Reyaniyê li ser rola xwe dibêje: “Roleke xweş û kûr bû û diviyabû ez baş wê karaktera ku pir ji min dûr bû, fêm bikim. Ew dayîkeke oldar bû û ez jî bi awayekî sekûler mezin bûme. Rêwîtiya ku min di nava xwe de kir, hem xweş hem dijwar bû. Xweş e meriv rolekê bilîze ku jê dûr be, çimkî gelek kedê dixwaze.”

Ala Reyanî ya ku derçûya beşa zanistên siyasî ye li ser xwendina xwe ya dide zanîn, “Ji biçûkaniyê ve, haydariya ji xebat û qedera Kurdistanê her gav bi min re bû, loma fêmkirina cîhana siyasetê ji bo min pir girîng bû. Di heman demê de tê bîra min ku min ji dê û bavê xwe re got, ez dixwazim bibim stranbêj. Êdî ez di rêya zanistên siyasî de çûm û dawiya dawî dîsa vegeriyam ser hunerê.”

Ala Reyanî beşdarî fîlmê Yaxî jî bûye ku di Festîvala Cannesê de hat nîşandan û di wir de rola fermandareke Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dilîze. Reyanî got,“Gava min ew rol wergirt, tevî ku roleke pir biçûk bû jî ez pir kêfxweş bûm. Her çiqas fîlm qala DAIŞê dike û li Sûriyê ye, Kurd tê de gelekî kêm in.”

Ala Reyani dide xuyakirin, di rola wê de dîmenek hebû ku diviyabû zarokekî îşkence bike lê ev li ba wê ne guncav bû û ne bi dilê wê bû û dibêje ku wê ji derhêner re gotiye: “Divê ew dîmen nebe ji ber Kurd îşkenceyê nakin û ne tiştekî wiha ye ku li nik wan heye..Êdî ew beş jê bir.”

Ala Reyanî dibêje, di her warî de mafên Kurdan hatine xwarin heta warê hunerê jî gelek tiştên Kurdan hene ku diviyabû wekî xwe bihatana nîşandan lê nehatin nîşandan.

Reyani dide zanîn: “Divê em bi xwe destanên xwe bi hunerê vebêjin. Herwiha gelekî girîng e ku em wekî Kurd beşdarî wan fîlman jî bibin ku kesên din ên ne Kurd wan çêdikin û rolên kesên Kurd di wan de hene. Ji ber ku ti kes ji Kurdan bi xwe baştir nizane hûrgiliyên Kurdbûnê nîşan bide.”

Ev nivîs 23981 car hatiye xwendin.