Netflixê belgefîlmê Neanderthalên li Kurdistanê hatine dîtin çêkir

Netflixê belgefîlmê Neanderthalên li Kurdistanê hatine dîtin çêkir

PeyamaKurd – Platforma fîlman a navdewletî Netflixê dîmenên skeletê herî saxlem ê Neanderthalan belav kir ku li Şikefta Şanederê ya li herêma Barzan a Hewlêrê hatibû dîtin.

Skeletê ku navê “Shanidar Z” lê hatiye kirin di belgefîlma bi navê “Razên Neanderthalan” de bi dîmenên 3D dê bê weşandin.

Sala 2015an li Şikefta Şanederê hatibû dîtin

Lêkolerên ji zanîngehên Cambridge û Soranê sala 2015an li Şikefta Şanederê skeletekî Neanderthalan dîtibû û hatibû tesbîtkirin ku skeletê Neanderthalan ê ku li cîhanê herî baş hatiye parastin e.

Paleoantropolog Dr. Emma Pomeroyê gotibû: “Me li vê derê qoqekî seriyan ê Neanderthalan dît. Ez hêvîdar im em karibin vî skeletî careke din dîzayn bikin.”

Dr. Emma Pomero dibêje; wan modela vî qoqê seriyan a 3D amade kiriye û dê di Netflixê de wekî belgefîlm were belavkirin.

Kurtedanasîna belgefîlma Razên Neanderthalan (Secrets of the Neanderthals) îro li ser platforma Netflixê hat belavkirin.

Derhênerê belgefîlmê Ashley Gething e

Ashley Gething bi filêm navdar ên wekî “The Greatest Game, A World in Arms, As It Happened: Pearl Harbor” tê naskirin.

Dîmenên Razên Neanderthalan li Herêma Kurdistanê, Xirwatistan, Fransa û Gibraltarê hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye, Neanderthal beriya niha bi 40 hezar salan ji holê rabûne û jêrsaxekî mirovên Arkaik in. Belgefîlm behsa sedemên nemana Neanderthalan û razên li ser jiyana wan dike û hinek xeletiyên berbelav ên di heqê wan de rast dike.

Gabriel Andreu û Ibbi El Hani rolên “Neanderthalê Kal” û “Neanderthala Ciwan” dilîzin û ev jî vegotina çîrokê xurttir dike.

Qoqê serî yê hatiye dîtin yê jinekê ye

Li hêla din, Dr. Emma Pomeroyê da zanîn ku ew qoqê seriyan ê jinekê ye ku dema di salên xwe yên 40î de ye miriye û 75 hezar sal berê jiyaye.

Graeme Barkerê ku li Zanîngeha Cambridgeyê profesor e li ser vê dîzaynê got:

“Qoqê serî bi qasî pîzayekê fereh bû. Ev tiştekî newaze ye ku ev model bi rêya 3Dyê ji nû ve tê dîzaynkirin.”

Tîma Brîtanyayê destûr ji Daîreya Arkeolojiyê ya Herêma Kurdistanê xwest û li ser skelet xebitî.

Shanidar Z ji parsû, mil, pişt, diran, movik, zênî û destê çepê pêk dihat û bihevvekirina van parçeyan bi qasî salekê ajot.

Dr. Emma Pomeroyê dibêje, ev hestî bi qasî biskewîteke ku bi avê hatiye nimandin nerm in û divê bên qewînkirin.

Cara ewil di navbera salên 1951 û 1960î de li Şikefta Şanederê bermahiyên 10 Neanderthalên jin, mêr û zarok hatibûn dîtin.

Ev nivîs 118526 car hatiye xwendin.