Rojhilat | Serkeftina Kurdan a hilbijartinê Azerî hêrs kirin!

PeyamaKurd – Piştî ku li Rojhilatê Kurdistanê, Kurdan di hilbijartinên parlamentoya Îranê de 12 kursiyên parêzgeha Urmiyeyê 7 bi dest xist, xelkê Rojhilat derkete qadan û ev serkeftin bi şahiyan pîroz kir ku vê serkeftinê hêrsa Azeriyan anî.
Kurdan li seranserê Urmiyeyê ji 12 kursiyên parlamentoyê 7 bi dest xistin û herwiha 1 kursiyê bajarê Makuyê jî derbasî Kurdan bû.
Piştî serkeftina hilbijartinê Kurd daketin kolanan û pîrozbahî kirin, lê Azerî ji vê serkeftina Kurdan aciz bûn û dema şahiyan alozî di navbera wan û Kurdan de derket.
Li gorî encamên hilbijartinan li navenda bajarê Urmiyeyê ji 3 berbijêrên serketî, 2 Kurd in.
Hêjayî gotinê ye, li 3 bajarên ku Kurd û Azerî bi hevre dijîn, 4 berbijêrên Kurd bûne parlamenter.
Li bajarên Urmiye 2 Kurd, li Makuyê ku yek kursiyê wê heye ew jî kete destê Kurdan. Dîsa kursiyên Şino û Nexedeyê jî Kurdan kar kir. Cara yekem e ku Kurdek dibe Parlamneterê bajarê Makuyê û herwiha cara yekem e jineke Kurd li bajarê Urmiyê dibe parlamenter.
Parlamenterên Kurd ji bo alozî zêde nebin ji xelkê ku pîrozbahî dikirin xwestin vegerin malên xwe û rewşê aram bikin. Ev nivîs 202804 car hatiye xwendin.