PeyamaKurd- Kompaniya bi navê Solidion Technology, bi saya materyalên anoda nifşê nû yên ji silîkona bilind hatine çêkirin, wê demên firîna dronan û menzîla otomobîlên elektrîkî zêde bike.
Kompaniya Solidion Technology ku navenda wê li Amerîkayê ye, materyalê anoda nifşê nû yê bi naveroka silîkona bilind ku ji bo bataryayên lîtyum-iyonê pêş xistiye, tê naskirin. Ev teknolojiya ku şîrket wekî "guhertoya lîstikê" (game changer) bi nav dike, xwedî wê potansiyelê ye ku dema firîna dronan û menzîla otomobîlên elektrîkî bi rêjeya %20 heta %45 zêde bike.
Belavbûna bilez a enerjiya nûjenbar û veguhastina elektrîkî, di teknolojiyên bataryayê de hewcedariya kapasîteya bilind û hilberîna ewletir tîne rojevê.
Lê belê di bataryayên lîtyum-iyon ên heyî de, zêdekirina kapasîteyê bi lêçûnên hilberînê û rîskên ewlehiyê ve sînordar e. Bi sêwirandina anoda nû ya Solidionê, tê armanckirin ku di heman demê de çareseriyê ji bo van her du pirsgirêkan bên peydakirin.