Egîdê Sêrê Kurd derdikeve pêsberî dêwê Polonî

Dîroka Weşanê :
Egîdê Sêrê Kurd derdikeve pêsberî dêwê Polonî

PeyamaKurd- Şampiyonê Cîhanê yê Demkî yê WBC'yê Agît Kabayel ku heta niha nehatiye têkbirin, wê di 10ê Çileya 2026an li Oberhausenê di rîngê de derkeve pêşberî dêwê Polonî Damian Knyba.

Boksorê Kurd ê ji Semsûra Bakurê Kurdistanê hewl dide di vê pêşbirka dawî de jî hêza xwe ya têkneçûnê (Nakavt) ya di pêşbirkên dawî de bidomîne. Agît Kabayel ji bo parastina rêza xwe boksa profesyonel dê di 10ê Çileya 2026an rûbirûyî boksorê jêhatî yê Polonî Damian Knyba bibe.

Ev têkoşîn ku wê li Rudolf Weber Arena ya li Oberhausen a Almanyayê pêk were, wê di ser DAZN'ê re zindî were weşandin. Kabayel ku 5 maçên xwe yên dawî bi têkbirinê qezenc kiriye, careke din ketiye rojeva cîhana boksê.

Agit Kabayel bi nasnavê "Şêrê Kurd" tê naskirin û di sala 2011an de dest bi kariyera xwe ya profesyonel kir. Kabayel bi bidestxistina şampiyoniya Yekîtiya Boksa Ewropayê (EBU) deng vedaye û di seranserê kariyera xwe de bi refleksên xwe yên bilind serweriya xwe ya li ringê û hêza bedena xwe ya xurt balê dikişîne.

Herwiha bidestxistina kembera şampiyoniya cîhanî ya demkî ya WBC'yê ew kiriye yek ji wan namzedên herî xurt ên di pêşbaziya lûtkeyê ya kategoriya giraniya giran de. Kabayel gelek madalya di tûrnûvayên cuda yên neteweyî û navneteweyî de qezenc kirine. Madalyaya zêrîn a ku li Almanyayê di kategoriya ciwanan de standiye, ji bo derbasbûna wî ya profesyoneliyê bûye qonaxeke krîtîk. Digel vê yekê, kembera şampiyoniyê ya Ewropayê û Şampiyoniya Cîhanê ya Demkî ya WBC'yê jî wek serkeftinên herî hêja yên di kariyera Kabayel de tên jimartin.

Lehengê Kurd Kabayel, çend meh berê bi Kembera Zêrîn serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve jî hatibû pêşwazîkirin.

Ezmûna krîtîk li hember Knyba

Boksorê skleta giran ê Polonî Damian Knyba, ku qama wî nêzî 2 metroyan e, bi fîzîka xwe ya xurt û bi kombînasyonên xwe yên kulmên bi volyûma wan bilind tê naskirin. Ev têkoşîn ji bo Kabayel ne tenê parastina unvanê ye, lê di heman demê de derfetek e ku îdîaya xwe ya di skleta giran de bidomîne. Dezgehên otorîteyê yên boksê vê pêşbirkê wekî "pêşbirka sereke" dinirxînin ku dê Kabayel di pêngavên kariyera xwe de hilkişîne asteke jortir.