Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê: Amerîka hewl dide hilbijartinên serokatiyê yên li welêt bêrûmet bike

Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê: Amerîka hewl dide hilbijartinên serokatiyê yên li welêt bêrûmet bike

PeyamaKurd – Venezuela Amerîka tawanbar kir ku hewl dide hilbijartinên serokatiyê yên wî welatî ku wê di 28ê Tîrmehê de bên kirin bêrûmet bike.

Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê Yvan Gil di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de bertek nîşanî DYAyê da û got, "Amerîka hewl dide hilbijartinên serokatiyê yên li welêt bêrûmet bike. Venezuela gotinên hikûmeta Amerîkayê yên derbarê hilbijartina serokomariyê ya 27ê Adara 2024an a li welêt da bi awayekî kategorîk red dike."

Gil diyar kir ku hikûmeta Venezuelayê "bi temamî" bi xalên Peymana Barbadosê ya bi muxalefetê re hatiye îmzekirin tevdigere û wiha got: "Serlêdanên 13 namzetên serokomariyê ku 12 ji wan muxalefet in, ji her îdeolojî û ramanê li welêt hatin qebûlkirin. 37 partî di asta neteweyî de beşdarî hilbijartinê dibin."

Gil destnîşar kir ku ew ê li dijî hemû tundrewên ku demokrasiya Venezuelayê hedef digirin têkoşîna xwe bidomînin û careke din wan têk bibin.