Ji Salih Muslim daxuyaniya hilbijartinên Tirkiyê: Ji bo me gelekî girîng e!

Ji Salih Muslim daxuyaniya hilbijartinên Tirkiyê: Ji bo me gelekî girîng e!

PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li Rojavayê Kurdistanê Salih Muslim, derbarê hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de daxuyanî da.

Muslim banga çûyîna ser sindoqan li Kurdên Bakurê Kurdistanê kir û ji DEM Partiyê re piştgirî xwest.

Muslim got, “Hilbijartinên ku wê di 31ê Adarê de pêk bên ji bo me gelekî girîng e. Em hêvî dikin ku bi wî rihê Newrozê gel biherikin qadan û dengê xwe bidin xwe bidin Dem Partiyê.”

Muslim herwiha îdia kir ku li Bakurê Kurdistanê Dem Partî îradeya gel temsîl dike û diyar kir, “Dem Partî di xebatên siyasî yê Bakurê Kurdistanê de pêşengê kurdan e. Em hêvî dikin ku gelê me neyên lîstokê dijmin. Ev hiljbiartin ji bo hemû kurdan girîng e, divê gelê me biçe ser sindogan dengê xwe bikar bîne.”