RAPOR | Ji %50yê kolberan master kirine, 589 hatin kuştin 1617 jî birîndar bûn

RAPOR | Ji %50yê kolberan master kirine, 589 hatin kuştin 1617 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Kuştin û birîndarkirina kolberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bi destê hêzên Îranê bênavber dewam dike. Li gorî rapora herî dawî hatiye belavkirin di nav duwanzdeh salên borî de herî kêm 589 kolber hatine kuştin.

Di rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (Kurdpa) de hatiye diyarkirin, di sala 2023yan de ku wek saleke bi xwîn ji bo kolberan tê zanîn, zêdetirî 341 kolber ji aliyê hêzên Pasdaran ve hatine kuştin û birîndarkirin, ku 22 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê ne.

Li gor amarên Kurdpayê, di heyama 12 salên borî de herî kêm 589 kolber hatine kuştin û 1617 kolberên din jî birîndar bûne.

Kurdpayê daye zanîn; %87 ji kolberan bi guleyên rasterast ên hêzên Pasdaran hatine kuştin yan jî birîndar bûne. Ji %4 ê kolberan di encama lêdan û tundiyê de birîndar bûne.

Kuştin û birîndarbûna kolberan ji ber mayînan û teqîna mayînan ji %3,5 û %1,5 di rêza sêyemîn û çaremîn de ne.

Herêmên sînorî yên Bane li parêzgeha Sineyê, bi rêjeya %49, herî zêde qurbaniyên kolberan lê heye. Newsûd a li parêzgeha Kirmaşanê jî bi rêjeya 32%, di pileya duyem a qurbaniyên kolberan de tê.

Endamê Encûmena Bilind a Parêzgehan Qubad Keremmpûr ji ajansa “ILNA” re ragihandiye, ji sedî 50yê kolberan, li zanîngehan master kirine û got: “Kolberekî ku mastera matematîkê girtibû, ji ber ku televizyon hilgirtibû hat kuştin.”

Kolber ji ber dijwariya herêmên sînor û sermayê ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî ji ber metirsiya êrîşên nişka yên Hêzên Pasdarên Îranê, zêdetirî 11 demjimêran bi barên ser pişta xwe dimeşin daku rizqê mala xwe dabîn bikin.