Şanda Herêma Kurdistanê bi Balyozê Iraqê yê Romayê re civiya

Şanda Herêma Kurdistanê bi Balyozê Iraqê yê Romayê re civiya

PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku çend roj in hevdîtinên xwe yên dîplomatîk bi berpirsên Îtalyayê re didomîne, îro 29ê Adarê jî serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Romayê kir û bi Balyozê Iraqê re civiya.

Şanda ku ji Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî û Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî pêk hatibû, bi Balyozê Iraqê Seywan Barzanî re civiya.

Di wê civînê de, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Balyozê Iraqê re danûstandin li ser rewşa revenda Iraqî û pêwendiyên balyozxaneya Iraqê bi wezaret û fermangeh û dezgehên welatê Italyayê bi giştî re kirin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza berdewamî û serkeftinê ji bo Balyozê Iraqê û desteya balyozxaneyê kir.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Çarşemê jî serdana Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Italyayê kiribû û ji aliyê Nûnerê Hikûmetê Rêzan Hemesalih û Desteya Nûnerîtiyê ve hatibû pêşwazî kirin.