Serok Barzanî: PDKê her tim li gor xalên destûra 2005an hewla çareseriyan daye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Adarê pêşwazî li Balyozê Îtalyayê yê Iraqê Maurizio Greganti û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, Balyozê Îtalyayê dilxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina careke din bi Serok Barzanî nîşan da û pîrozbahiya cejna Newrozê li Serok Barzanî û hemû gelê Kurdistanê kir.
Serok Barzanî spasiya pîrozbahiyên Balyozê Îtalyayê yên bi boneya cejna Newrozê kir û got, “Newroz ji bo gelê Kurd bi vêxistina agirê azadî û aştiyê, sembola serkeftina li dijî tarîtiyê ye.”
Hate ragihandin ku di civînê de pêşhatên dawî yên proseya siyasî û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û derbarê daxuyaniya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ji bo beşdarnebûna di hilbijartinan de, Serok Barzanî wiha got: “PDK her tim ketiye hewla dîtina çareseriyan, ji bo peydakirina aramiya welat û bihêzkirina demokrasiyê li gor xalên destûra 2005an ya Iraqê.”
Serok Barzanî tekezî li ser parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê kir, ji ber ku ev qeware di destûrê de hatiye çespandin û di encama xebateke dûr û dirêj de hatiye bidestxistin.
Balyozê Îtaliyayê li Iraqê têgihîştina xwe ya temam ji rewşê re anî ziman û her du alîyan tekezî li ser dîtina çareseriyeke li ser bingeha demokrasî û sîstema federalî kirin.