SOHR: Li Efrînê 12 girtiyên DAIŞê bi alîkariya çekdaran reviyan

SOHR: Li Efrînê 12 girtiyên DAIŞê bi alîkariya çekdaran reviyan

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 12 endamên DAIŞê ji girtîgeheke li navçeya Bilbilê ya Efrînê reviyane ku ew girtîgeh di bin kontrola komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve de bû.

Li gorî SOHRê komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike, alîkariya wan girtiyên DAIŞê kirine da ku birevin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, sala borî jî 20 girtiyên DAIŞê ji girtîgeha Reco ya li bakurê Helebê reviyabûn. Li gorî çavkaniyan wê demê jî berpirsên girtîgehê alîkariya wan kiribûn û li beramberî hezar heta 3 hezar dolaran û hinek ji wan jî bi bedêla 10 hezar dolaran hatibûn revandin.