Festîwala fîlman ya Amedê dest pêdike: Wê 84 fîlm nîsan bidin

Dîroka Weşanê :
Festîwala fîlman ya Amedê dest pêdike: Wê 84 fîlm nîsan bidin

PeyamaKurd – Festîwala fîlman ya Amedê ya 3em ya navdewletî dest pêdike û wê 84 fîlm nîşan bidin. Malxweyiya festîwalê ji aliye Şaredariya mezin ya Amedê de têkirin û bi rêvebiriya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebir de tê birêvebirin.

Festîwal di 7-14.12.2025an de têkirin. 84 fîlm dê bên nîşandan. Amadekariya festîwalê temam bûye û bi slogana "Dinya bi çîrokan tê ba hev" dertê rê. Festîwal dê 8 roj dewam bike.

Di nav fîlman de 16 metraj dirêj, 7 belgeyî û 13 fîlmên kurt hene. Di asta navdewletî de ji Tirkiyê û dinyayê wê fîlman nîşan bidin. Di nav ya navdewletî de 10 fîlmên metraj dirêj, 11 belgeyî û 14 fîlmên kurt hene.