Li Fatsa cesedê ajotvanê kamyonê di kamyonê de hat dîtin

Dîroka Weşanê :
Li Fatsa cesedê ajotvanê kamyonê di kamyonê de hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Ordu li navça Fatsa di kamyona parkkirî de cesedê ajotvan Ali Keskin (48) hat dîtin.

Di otopsiya Keskin de hat fêmkirin ku di nav kamyonê de krîza dil derbas kiriye û lêpirsîna li ser mirina wî dewam dike.

Bûyer ber destê êvarê li taxa Yalıköyê qewimî. Keskin ajotvanê kamyona şaredariya Fatsa ye. Dema mirovên wî jê xeberê nestendin, xeberê dan belediye.

Rayedarên şaredariyê li ser sîstema şopandina alavan tesbît kirin ku kamyona wî li Yalıköyê parkkiriye. Dema xebatkarên şaredariyê çûn ciyê kamyonê, dîtin ku cesedê Ali Keskin di nav kamyonê de ye.

Paşî polîs û tîomên tenduristiyê ew birin morga nexweşxana dewletê ya Fatsayê û tesbît kirin ku krîza dil derbas kiriye.