PeyamaKurd – Hunermendê Tirkiyê Haldun Dormen di 97 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dormen, di sala 1928an de li bajarê Mersinê hatibû dinyayê.
Dormen, perwerda xwe di Koleja Robertê û di zankoya Yale ya Amerîkayê de, di beşa şanoyê de kiribû. Di sala 1955an de şanoya xwe ya bi navê Tiyatroya Dormen ava kribû.
Ragihandina koça dawiyê ya Haldun Dormen ji aliyê kurê wî Ömer Dormen de hat kirin. Ömer Dormen di ser hesabê xwe yê medyayê de weha got:
“Ez di nav xemgîniya verêkirina bavê xwe yê hezkirî Haldun Dormen de me. Kesên ew nasdikin, jê hez dikin ji wan re sersaxiyê dixwazim. Mekanê wî bihişta rengîn be. Li ser amadekirina cenaze, ez ê dawiyê agahiyan belav bikim.”