Serok Barzanî û emirê Qatarê hişyariyê dan: Divê îznê nedin şerê navbera Ereb û Kurdan

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî û emirê Qatarê hişyariyê dan: Divê îznê nedin şerê navbera Ereb û Kurdan

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di rêya telefonê de bi emirê Qatarê bi Şêx Temim bin Hamed Al Sani re, li ser rûdanên li Sûriyê axifî. Di axaftinê de, her dû teref gotin ku divê tedbîr bên sitendin da şer nebe, şerê Ereb û Kurdan bila herêmê nexe wê rewşê.

Baregeha serok Barzanî ragihand ku her dû lîder di mijarê de bûne hemfikir û divê şerê Sûriyê yekser raweste.

Her dû teref gotin ku wê şerê Kurd û Ereb herêmê bixe nav felaketekî divê ber lê bigrin û divê herkes berpirsiyariya xwe bicîh bîne.

Barzanî û Al Sanî gotin ku tekane rê bo parastina ewlehiyê û îstîqrarê, ne rêya leşkerî lê rêya dîplomasiyê ye.