Mesrûr Barzanî: Geşepêdana aboriyê bingeha xwegihandina îstîqrarêye

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Geşepêdana aboriyê bingeha xwegihandina îstîqrarêye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Davos a Îsvîçre têkiliyên xwe yên dîplomatîk dewam dike.

Barzanî îro an ku di 21.01.2026an de li Davosê tevlî şîva ku ji aliyê rêvebirê giştî yê Grûba Kar, Şêx Baz Kerîm de hat dayîn bû.

Di şîvê de kesên amade bûn; serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson, parlementer û wezîrê perwerdê yê berê yê Îngîltere Nadhim Zahawi, karsazê navdar yê Amerîkî Ross Pero, gelek kurd û veberhênerên biyanî hebûn.

Mijara di şîvê de ya esasî, derfetên veberhênana li Herêma Kurdistanê û li herêmê bûn. Barzanî behsa reformên kabîna 9em ya Herêma Kurdistanê kir û got:

“Geşepêdana aboriyê, tekane rêya xwegihandina îstîqrara siyasî û ewlehiyêye. Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn xwedî ciyekî girîng yê jeopolitik û stratejîke û Kurdistan ciyê hevdîtina medeniyetaye û dixwazim bibe pira aboriyeka xwurt.”

Li ser sektora xizmetê û enerjiyê Barzanî got ku heya dawiya salê wê 24 seet elektrîkê bidin hemwelatiyan. Barzanî behsa rêvebirina çavkaniyên xwezayî kir û xwest ku di sektorê de veberhênan bêkirin û weha got:

“Herêma Kurdistanê girêdayê ew peymanên ku bi dost û veberhêneran re kiriye û ez bang dikim ku her şîrketa navdewletî bê tereddut bike, biferme Herêma Kurdistanê.”