Di dinyayê de ciyê herî sar Oymyakone ku germa wê -71 dereceye

Dîroka Weşanê :
Di dinyayê de ciyê herî sar Oymyakone ku germa wê -71 dereceye

PeyamaKurd – Serma îsal li seranserê dinyayê bi taybetî li Rûsyayê zêde dewam dike û li devera Sîbîryayê li gundê Oymyakonê dereca germê derket asta (-71) dereceyan.

Gundî, xwe li gor serma gund eyar dikin. Dereca hewayê dema daket bin sifrê de 71 (-71) dereceyan, gundî li gor wê tedbîrên xwe distînin. Di gund de 500 kes dijîn. Ti carê motorên erebeyan nagrin da mazota erebeyan cemedê negre. Masî di nav 30 saniyeyan de diqerisin û gelek zahmete ku şîr vexwun.

Axa herêmê heya 1,5 km yan jî diqerise û bi tebeqa pertmafrostê sergirtiye. Çandinî qet nayê kirin. Jiyan tam li gor şertên li jorê dewam dike. Zivistan tam 9 meh dewam dike.

Di gund de tenê marketekî heye û ji ber çandiniya wan nîne, meyweyên yabanî, goşt, masî dixwun.

Serma zêde rê nade ku cîhazên elektronîk bi taybetî telefon zêde bixebitin. Dan û sitendinê di rêya telefonê de dikin lê bi zahmetî dikin.