PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Dulkadiroğluyê li taxa Kanûnî zarok bi çekê leyîstin û bi hev henekan dikirin lê bi şaşî zarokekî hevalê xwe kuşt.
Li gor ragihandinê; zarokê 14 salê yê bi navê M.K. li hevalê xwe yê di heman temenî de yê bi navê Mustafa Ö. di wexta li ofîsa bavê xwe bû û bi hevalê xwe bi sîlihê henek kir, gula wî li hevalê wî ket.
Dema dengê çekê tê, agahiyê didin tîmên tendursitiyê û polîsan û tîm diçin ciyê bûyerê. Birîndar Mustafa Ö. dibin nexweşxanê lê li nexweşxanê can dide.
M.K. li baregeha asayîşê îfade dide û lêpirsîna lis er bûyerê dewam dike.