PeyamaKurd – Hukumeta Almanya ragihand ku piştî agirbesa navbera Hamasê û Îsraîlê çêbûye, ew ambargoya ku daniye ser Îsraîlê ya firotina çekan û techîzatên çekan wê qismen rake.
Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz di meha Tebaxê de heya fermanekî dinê firotina techîzata çekan ya bo Îsraîlê dabû rawestandin. Berdevkê Mezr Sebastian Hille ragihand ku wê ji 24ê meha 11an û bi şûnde ambargoya ser Îsraîlê rakin.
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Sa’ar, ragihand ku biryara Almanya bi razîbûnekî germ qebûl dike û xwest ku hukumetên din jî gavên weka yên Almanya bavêjin.