PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Sêwasê medresa bi navê Buruciye ku di sala 1271an de hatiye avakirin, wekî mîratekî dîrokî û çandî, di çarçova bernama desteka Navendên bi Cazîbe ya sala 2025an de, dê bête tamîrkirin.
Tê gotin ku medrese di çaxa siltanê Selçûkiyan yê bi navê Giyaseddîn Keyxusrewê II.em de hatiye avakirin. Medrese, li meydana bajêre û yek ji nexşekî dîrokî û hunerî yê bajarê Sêwasê ye.
Ji bo destpêkirina tamîra medresê, li parêzgehê merasimekî fermî di bin serpereştiya parêzgerê Sêwasê Yılmza Şimşek de hat kirin. Parêzger got:
“Me îro 2 projeyan îmza kir. Di çarçova bernamên CMDP û SOGEPê her 2 proje bi miqdarê 143 milyon lira bo wan hat terxankirin û 62 milyon lîrayê wê bexşe. Wê medrese bi temamî bê nûhkirin. Medrese berhemekî me yê nadide yê bajarê me ye.
Me pêvajoya tamîrê da destpêkirin. Îhala wê hatiye kirin. Proja me ya dinê ya bi navê ‘Atolya me ya ji Xwezayê ber bi Hunerê de Boyaxa Kokê’ ye û em ê çanda xwe ji nûh de vejînin da heyiyên xwe biparêzin û aboriya xwecîh dewam bikin…Em ê mirasa xwe ji dîrokê bibin ber bi dahatûyê de.”
Medresa Buruciye ew medreseye ku Muzaffer Buruciyê ji bajarê Hemedanê, li bajarê Sêwasê bo ilmê fîzîkê, kîmya û astronomiye avakiriye da xwendevan tê de bixwînin.