PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî serokê Amedsporê Nahit Eren û heyeta pêre qebûl kir. Serok Barzanî behsa rola sporê ya di biratiyê û aştiyê de kir.
Beregeha Barzanî îro daxwuyaniyekî da û tê de got ku serok Barzanî îro li Pîrmamê serokê klûba Amedsporê Nahit Eren û heyeta rêvebir ya Amedsporê qebûl kiriye.
Di qebûlê de heyet, behsa xebatên Amedsporê û xebatên werzişê bo serok Barzanî ragihandine. Heyet bo serok Barzanî ragihandiye ku Herêma Kurdistanê ji ber qedrê sporê digre, tevgerê bilind nirxandiye. Barzanî dilxweşiya xwe bo seredan Amedsporê ragihandiye û gotiye:
“Spor xwedî roleka ragihandina peyamên girîng yên biratiyê û aştiyêye di navbera terefan de.”