PeyamaKurd – Balafirgeha navdewletî ya Çukurovayê ya Adanayê dest bi seferên xwe yên balafiran bo Herêma Kurdistanê, payîtext Erbîlê dikin. Şîrket dest bi firotina bilêtan kir jî.
Sefer, wê xizmetê bo xelkê û bazirganên Adana, Mersin û derdora wan bikin. Serokê Dezgeya karsaz û sanayikarên Tirkiyê û Iraqê (TİSİAD) Mehmet Salih ragihand ku bo raste rast sefer bibin, gelek xebatê kirine û hevdîtinên wan bi erênî encam dane.
Çelik, her weha behsa girîngiya biryarê ya di bazirganiya herêmê û geştiyariya herêmê de kir û got wê sefer ji aliyê rêyên hewayî yên Pegasusê de bêkirin. Çelik dewam kir:
“Bi şîrketa Pegasusê re seferên ku destpêbikin bilêtên wan ji 12ê mehê de tên firotin. Di vê pêvajoyê de, di serî de sipasiya parêzgerê Mersinê, Oda sanayî û bazirganiyê ya Mersînê û temamê dînamîkên bajêr dikim ku destekê dane me.”