TV ya Îranê: Li bajarê Reşdê di çalakiyan de zêdetirê 300 dukan şewitîn

Dîroka Weşanê :
TV ya Îranê: Li bajarê Reşdê di çalakiyan de zêdetirê 300 dukan şewitîn

PeyamaKurd – Protestoyên li Îranê yên ji ber daketina qiyemeta perê Îranê û bihabûna eşyayan li Îranê li seranserê Îranê belav bû. Asayîşa Îranê bertekên tund nîşanî çalakvanan dide û dibin sedema kuştina mirovan.

Di xwepêşandanên li eyaleta Gilanê li bajarê Reşdê zêdetirê 300 dukkan şewitîn. Rayedar ragihandin ku wê dukanan û ji nûh de çêbikin.

Li gor ajansa çalakvanên mafên Mirovan di xwepêşandanan de heya niha 544 kes mirine û asayîşa Îranê 10,681 kes xistine bin çav. Di çalakiyan de heya niha 80 ambûlans û 53 mizgeft hatine şewitandin.

TV ya dewletê ya Îranê dîmenên 300 dukkanên çarşiyê ku li bajarê Reşdê şewitandin nîşan da. Xesara esnafan gelek zêdeye. 3 roje dukkanan şewitandine lê îtfaiye hêjî dixebite da piştî şewatê dukanan bicemidîne da germa avahiyan dakeve.

Parêzgerê Gilanê Hadi Heqşînas ragihandiye ku wê car din dukkanên çarşiyê nûh bikin. Esnaf dixwazin dewleta Îranê zerara wan bide.