MESAMê Hozan Dîno weke 'Hunermendê Kurd ê Herî Serketî yê Salê' hilbijart

Dîroka Weşanê :
MESAMê Hozan Dîno weke 'Hunermendê Kurd ê Herî Serketî yê Salê' hilbijart

PeyamaKurd – Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dîno di merasîma xelatdayînê de ku her sal ji hêla Komeleya Muzîkjenên Tirkiyeyê (MESAM) ve tê lidarxistin, xelateke giring wergirt. Li gorî îstatîstîkên ji platformên dîjîtal hatine wergirtin, Hozan Dîno hêjayî xelata 'Hunermendê Kurd ê Herî Serkeftî yê Salê' hat dîtin. Ev cara yekem e ku hunermendekî Kurd xelatek wisa werdigire.

Hozan Dîno piştî wergirtina xelatê ji ajansa RÛDAWê re axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman, diyar kir ku ev xelat hem ji bo wî û hem jî ji bo muzîka Kurdî pir girîng e. Wî got,

"Ev xelat nîşan dide ku me gelek zehmetî kişandiye û di astek diyarkirî de serkeftin bi dest xistiye. Ez ji bo xwe û bê guman ji bo muzîka Kurdî pir kêfxweş im."

Ji ber astengiyên qanûnî, Dîno nekarî beşdarî merasîma xelatdayînê bibe ku li Navenda Çanda Ataturk (AKM) bi beşdariya bi sedan hunermend û kesên navdar pêk hat. Xelata wî ji destê hevalê wî yê hunermend Mikail Aslan hat dayîn. Dîno wekî hunermendê ku herî zêde mafên nivîskar wergirtiye, xelat girt. Ev xelat performansa muzîkê ya zêdetirî 3,500 hunermendan nirxand.

MESAMa ku rêxistina yekem û giring a sîwanî ya pîşesaziya muzîkê ya Tirkiyê, her sal xelatan dide hunermendên serkeftî.

Dînoyê ku gelek berhemên wî, wekî "Oy Yarê" û "Çû", ji hêla milyonan ve têne zanîn û di nav platformên dîjîtal de yên herî zêde têne guhdarîkirin, anî ziman:

"Her çendî ez bi xwe nekarîm li wir bim jî, wergirtina vê xelatê nîşan dide ku muzîka Kurdî qonaxeke diyarkirî derbas kiriye. Ji ber vê yekê ev xelat hem ji bo min û hem jî, bê guman, ji bo muzîka Kurdî giring e. Gelek kesan pirsî, 'Çima Hozan Dino?' Û xelatgiran rave kirin ku ev xelat li ser bingeha statîstîkên platforma dîjîtal hatiye dayîn. Rastiya ku ev xelat di vê demê de, ku em pêvajoyek aştiyê ya giring dijîn, ji muzîka Kurdî re hatiye dayîn, di heman demê de nîşan dide ku dê di hin waran de guhertin çêbibin. Ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk de hin pêşketin çêbibin, rê li ber min vekin ku ez werim welêt û bi hezkiriyên xwe û gelê xwe re hevdîtin bikim. Ez hem ji bo xwe û hem jî ji bo muzîka Kurdî kêfxweş im."

Hozan Dîno kî ye?

Yûsûf Şahînê bi navê xwe yê hunerî Hozan Dîno, di sala 1969an de li navçeya Xoçwanê Erdexanê ji dayik bûye. Perwerdehiya xwe ya seretayî û navîn li Heskoyê qedandiye. Xwendina xwe ya bilind li Dibistana Amadekariya Mamosteyan a Gumuşhaneyê û paşê jî li Stenbolê domandiye, lê ji ber sedemên kesane di sala dawî de dev ji dibistana mamosteyan berdaye.

Ji bo demekê, beşdarî çalakiyên amator li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya li Stenbolê bû. Di sala 1995an de ji ber sedemên siyasî hate girtin û paşê serbest hat berdan. Di sala 1998an de li Holandayê daxwaza penaberiyê kir û ji wê demê ve li wir wekî penaberekî siyasî dijî.

Dînoyê ku bal kişandiye ser muzîka Kurdî, bi tevahî çar albûm, du solo û yek tevlihev, di bin berhemên Mîr û Kom Music de derxistin. Stranên wî yên "Oy Yarê" û "Çû" di nav berhemên wî yên herî navdar de ne.