Li Helebçeyê Festîvala Hinarê bi coş û beşdariyeke berfireh dest pê kir

Li Helebçeyê Festîvala Hinarê bi coş û beşdariyeke berfireh dest pê kir

PeyamaKurd – Li bajarê Helebçe yê Herêma Kurdistanê, îro, roja Pêncşemê 11emîn Festîvala Hinarê bi merasîmeke rengîn û tevlêbûneke girseyî ya xelkê û berpirsên hikûmetê dest pê kir. Çalakî weke yek ji giringtirîn bûyerên çandî û aborî yên herêmê tê dîtin û tê payîn ku heta çend rojan bidome.

Endamê komîteya amadekar a festîvalê, Asî Fayiq, ji Ajansa Nûçeyan a Şefeqê re ragihand ku îsal zêdetirî 250 cotkar û berhemhêner ji deverên cuda yên Herêma Kurdistanê beşdarî festîvalê bûne. Di festîvalê de, ji bilî cureyên cuda yên hinarê, berhemên weke ava hinarê ya xwezayî, doşava hinarê û gelek xwarinên ku hinar tê de weke malzemeya sereke tê bikaranîn, tên pêşandan.

Her wiha, festîval derfetê dide hunermendan jî ku berhemên xwe yên destan û folklorîk pêşkêş bikin. Zêdetirî 300 hunermend ji Helebçeyê û derdora wê bi karên xwe yên destan û berhemên keleporî beşdarî çalakiyê dibin, ku ev yek jî aliyekî din ê dewlemendiya çandî ya herêmê radixe ber çavan. Tê payîn ku festîval bi hezaran geştyaran ji seranserê Herêma Kurdistanê û derveyî welat bikişîne, ku ev yek dê ji bo geşepêdana aborî û geştyariya parêzgehê bibe gaveke girîng.

Li aliyê din, Fayiq bal kişand ser bandora neyînî ya guherîna avhewayê û kêmbûna baranê ya li ser berhema hinarê ya îsal. Li gorî wî, tevî ku kêmbûnek di qebareya berhemê de hebe jî, kalîte û tama hinarê di asta herî bilind de maye.

Rêveberiya Helebceyê û Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê jî piştgiriya xwe ji bo cotkaran didomînin. Bi rêya bernameyên perwerdehî û piştgiriya darayî, hewl tê dayîn ku berhemhêner karibin hilberîna xwe baştir bikin û bazarên nû yên herêmî û navneteweyî ji bo xwe peyda bikin.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.