Hemwelatiyên Sûriyê li dijî Iraqê xwepêşandan kirin

Hemwelatiyên Sûriyê li dijî Iraqê xwepêşandan kirin

PeyamaKurd- Hate ragihandin hejmarek hemwelatiyên Sûriyê li ber Balyozxaneya Iraqê ya Şamê li dijî biryara dadgeheke Iraqê ya darvekirina ciwanekî Sûrî xwepêşandan li dar xist.

Herwiha li deriyê sînorî yê el-Bukemal-Qaimê ku di navbera Sûriye-Iraqê de ye jî alozî derket û hêzên ewlehiyê êrîş birin ser hemwelatiyên Iraqî ku derî hat daxistin. Dîsa tê gotin ku hejmarek ji welatiyên din ên Iraqî li Sûriyê hatine revandin.

Malpera Sûrî (Nawras Press) ragihand ku piştî êrîşa li ser hejmarek ji welatiyên Iraqî yên li nêzî deriyê el-Bukemal-Qaimê, derî bi awayekî demkî hatiye daxistin.

Hate diyarkirin ku Balyozxaneya Iraqê ya Şamê ji aliyê koma Ehmed Şera ve hatiye dorpêçkirin û derveyî wê jî hin nûçe hene ku hejmarek ji Iraqîyên ku ji bo dermankirina bijîşkî serdana Sûriyê kirine hatine revandin.

Li aliyê din îro hejmarek ji welatiyên Sûriyê li ber balyozxaneya Sûriyê ya Iraqê jî li dijî cezayê îdamê ji bo terorê xwepêşandanek li dijî Iraqê li dar xistin.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.