Bakirhan: Hinceta şer nemaye, divê maf bi qanûnan bên misogerkirin

Bakirhan: Hinceta şer nemaye, divê maf bi qanûnan bên misogerkirin

PeyamaKurd- Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li bajarê Qersê axivî û bang li hikûmeta Tirkiyê kir û got, êdî hinceta şer nemaye û divê bi ‘qanûnê veguhêz’ maf û azadî bi awayekî yasayî bên misogerkirin.

Bakirhan îro 30yê Cotmehê di ‘Hevdîtina Gel û Baweriyan’ de li baarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê axivî.

Bakirhan çanda pêkvejiyanê ya li Qersê weke mînakek ji bo Tirkiyeyê nîşan da û got, “Daxwaza me komareke demokratîk e ku hemû nasnameyan hembêz bike û em di hiqûqa dewletê de wekheviyê dixwazin.”

Derbarê vekişîna hêzên çekdar ên PKKê li ser banga Abdullah Ocalan jî Bakirhan got: “Madem pirsgirêka çekan ji holê radibe, erkê dewletê ye ku rêkarên nîjadperest û dij-demokratîk rake.” 

Bakirhan da zanîn, êdî hinceta nîjadperestan nemaye û got: “Divê hiqûqeke misoger were avakirin, da ku sibe kesek nikaribe li gorî serê xwe biguherîne. Têkoşîna me ji bo vê ye.”

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.