Li Besra ya Iraqê di depoya petrolê de teqîn çêbû: 1 kuştî, 7 birîndar

Li Besra ya Iraqê di depoya petrolê de teqîn çêbû: 1 kuştî, 7 birîndar

PeyamaKurd- Li parêzgeha Besra ya li başûrê Iraqê, di depoyeke li qadeke petrolê de teqîn çêbû û di encamê de 1 kes mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqî, li parêzgeha Besra ya li başûr, di depoya qada petrolê ya li navçeya Zûbeyir de teqîn çêbû û kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. Piştî teqînê, li qada petrolê şewateke mezin derket.

Di daxuyaniya Parastina Sivîl a Besrayê de hat gotin ku tîmên agirkujiyê yên girêdayî Şîrketa Petrolê ya Besrayê mudaxaleyî şewatê kirin û hat kontrolkierin daku şewat negihîje malên derdorê.

 

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.