Êrîskarên Komkujiya Sydneyê bav û kur derketin

Dîroka Weşanê :
Êrîskarên Komkujiya Sydneyê bav û kur derketin

PeyamaKurd – Polîsên Awistralyayê hûrgiliyên nû derbarê êrîşa çekdarî ya li ser pîrozbahiya Cejna Hanukayê ya li Plaja Bondiyê ya Sydneyê eşkere kirin. Hat ragihandin ku failên êrîşa ku tê de 15 kesî can da û 42 kes birîndar bûn, bavek û kurê wî ne.

Komîserê Polîsan ê eyaleta Gallesa Başûr a Nû, Mal Lanyon, diyar kir ku êrîşkar bavekî 50 salî û kurê wî yê 24 salî ne. Di bûyerê de bav hat kuştin, lê rewşa kurê wî yê ku li nexweşxaneyê tê dermankirin krîtîk e. Di lêkolînan de derket holê ku 6 çekên li cihê bûyerê hatine dîtin, bi awayekî yasayî li ser navê bav hatine tomarkirin.

Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese êrîş wekî "xirabiya saf, antîsemîtîzm û terorîzm" pênase kir. Li aliyê din, Serokwezîrê Eyaletê Chris Minns ragihand ku temenê kesên jiyana xwe ji dest dane di navbera 10 û 87 salî de ye. Herwiha Ehmed el-Ehmed ê ku bi wêrekiyeke mezin destê xwe avêt çeka yek ji êrîşkaran û ew bêbandor kir, di rojeva Awistralyayê de cih girt.