PeyamaKurd – Balafirên şer yên Tirkiyê F-16 li Derya Reş İHAyekî ku ji kontrolê derketibû, li ser Derya Reş li ciyekî bi ewle xistin.
Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB); balafirên Tirkiyê demekî dirêj İHAyê şopandine û bawer kirine ku İHA ji kontrolê derketiye. Balafir di çarçova wezîfa parastina seha hewayî ya Tirkiyê û NATO de İHAyê xistine.
Di van rojan de Derya Reş gelek germe û Rûsya û Ûkrayna tê de li keştiyên hev dixin û derya bi ewle nîne. Li ser mijarê wezareta bergiriya Tirkiyê weha got:
“Di ser Derya Reş de İHAyekî ku ber seha me ya hewayî de dihat, hat tesbîtkirin û di çarçova rûtîn de ew xistin ber şopandinê. Bo ewlehiya seha me ya hewayî biparêzin, F-16ên NATO ku di kontrola me û NATO de ne hatine wezîfedarkirin.
Hatiye famkirin ku İHA ji kontrolê derketiye û bo bûyerekî neyînî nebe jî, di derveyê seha navborî de, me bi ewlehî ew xistiye. Em bo raya giştî radigihînin.”