130 zarokên hatibûn revandin hatin rizgarkirin

Dîroka Weşanê :
130 zarokên hatibûn revandin hatin rizgarkirin

PeyamaKurd- Hikumeta Nîjerya bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 130 xwendekarên ji aliyê çekdaran ve ji dibistaneke Katolîk hatibûn revandin, bi operasyoneke taybet rizgar kirine.

Hikûmeta Nîjeryayê eşkere kir, 130 xwendekarên ku di meha mijdara borî de ji aliyê çekdaran ve ji dibistaneke Katolîkan a li Eyaleta Nîjer a li bakurê Nîjeryayê hatibûn revandin, hatine rizgarkirin.

Berdevkê Serokatiya Nîjeryayê Sundayî Darî diyar kir ku hemû xwendekarên hatibûn revandin, hemû hatine rizgar kirin.

Di dawiya mijdara borî de çekdaran êrişî Dibistana Mari ya keç û xortan kiribû di encamê de bi sedan xwendekar û karmendên dibistanê hatibûn revandin.

Hêjayî gotinê ye, li Nîjerya her sal bi sedan xwendekar ji aliyên komên çekdar ve têne revandin û kuştin.