Ahmed Sara û Tom Barrack li Samê hevdîtin kirin

Dîroka Weşanê :
Ahmed Sara û Tom Barrack li Samê hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê Amerîkayê ku hem balyozê DYA yê Ankara ye Tom Barrack li payîtexta Sûriyê li Şamê bi serokkomarê Sûriyê Ahmed Şara re îro hevdîtin kir.

Her dû teref li Şamê li ser pirsgirêk û pêşdeçûnên herêmî û li ser sehayên ku her dû welatan eleqedar dikin axifîn.

Ragihandin ji aliyê ajansa fermî ya Sûriyê SANA de hat kirin. SANA got ku di hevdîtinê de wezîrê kar û barên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybanî jî amade bûye.