PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, piştevaniya welatê xwe ji bo armanca Tirkiyeyê ya "herêmeke bêteror" ku li Bakurê Kurdistanê bi çekberdan û xwefesihkirina PKKê hatiye destpêkirin nîşan da.
Îsmaîl Bekayî di civîna çapemeniyê ya heftane de got, "Em piştgiriya armanca Tirkiyeyê ya herêmeke bêteror dikin. Helwesta me ya bingehîn şermezarkirina terorê ye li kuderê dibe bila bibe. Hebûna terorê li herêmekê dibe sedema nebûna ewlehiyê li herêmên din."
Bekayî herwiha behsa zêdekirina diyaloga Îranê digel welatên herêmê kir û diyar kir ku wan şandeyên ji Tirkiye, Erebistana Siûdî û Koreya Başûr di heman demê de pêşwazî kirine û got, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê ji bo Civîna 9emîn a Konseya Hevkariya Bilind a Tirkiye-Îranê serdana Tehranê bike.