PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Konya li navça Beyşehirê li taxa Üzümlüyê 5 roje ku xortê bi navê B.İ. wenda bû lê niha cesedê wî li ciyê wenda bû li seha daristanê hat dîtin lê bi tivinga nêçîrê lê dane. Xort berya ji mala xwe derê, nameyekî xatirxwestinê bo malbata xwe hiştiye.
5 roj bû ku li deverê li xortê xwendevanê MESEMê digeriyan. Motorsîkleta wî nêzî malekî reza dîtin û cesedê wî jî nêzî malê di daristanê de bi tivinga nêçîrê lêxistî dîtin. Xort berya ji malê derê di nameya ku hiştiye de weha gotiye:
“Daxwaza nin ya jiyanê nema. Emanetê Xwedê bin.”
Li ser nama ku hiştiye, polîs niha li ser întîxarê bêhtir guman dike. Cenazê xortî birin nexweşxana dewletê ya navça Beyşehiyê da otopsiyê bikin.