PeyamaKurd- Berdevkê Qesra Kremlînê Dmîtrî Peskov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê sibe li Moskowayê bi Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff, re bicive.
Peskov, di civîna çapemeniyê ya îro de destnîşan kir ku Pûtîn îro ji bo amadekariyên têkiliyên Rûsya û DYA'yê yên siberojê, li pişt deriyên girtî hevdîtinan pêk tîne.
Peskov got, hevdîtina bi Witkoff re ji bo sibe hatiye plankirin û diyar kir, hevdîtin dê piştî nîvro çêbibe û rojeva sereke ya wan hevdîtinan mijara Ukraynayê ye.