Li Nisêbînê Cîbekî qeza kir: 4 birîndar

Dîroka Weşanê :
Li Nisêbînê Cîbekî qeza kir: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê cîbekî qeza kir û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya Nisêbînê û navça Artukluyê qewimî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê qezayê. Di qezayê de D.I. (3), G.I. (62), M.I. (68) û M.E.I. (39) birîndar bûn.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Nisêbînê.