Rûsya bi 430 IHA û 18 fuzeyan li Ûkraynayê xist

Dîroka Weşanê :
Rûsya bi 430 IHA û 18 fuzeyan li Ûkraynayê xist

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku di serê sibê de Rûsya bi 430 İHA û 18 fuzeyan li Ûkraynayê xistiye û êrîşa Rûsyayê yek ji êrîşên herî mezin bû ku heya îro kiriye ser Kievê.

Di êrîşa Rûsya de li Kievê 6 kes li herêmên başûr 2 kes hatine kuştin û li Başûr li tesîsên enerjiyê, apartman û avahiyên asasî xistine. Zelenskiy got:

“Zor, givaş û hêz dikarin şer biqedînin. Pêdiviya ti kesekî bi vî şerî tine.”

Di êrîşan de avahiya balyozxana Azerbeycanê jî zerarê dît û Azerbeycan nota da Rûsyayê.

Wezareta bergiriya Rûsyayê ragihand ku di êrîşan de bersiva Ûkraynayê dane, li tesîsên enerjiyê û kompleksên hilberîna çekan yên Ûkraynayê xistine.